Dêra Mor Kiryakus li Êlihê bo torîzmê tê vekirin
Li Êlihê ya Bakurê Kurdistanê dêreke kevnaye ya bi navê Mor Kiryakus heye. Niha xêbat têne kirin ku dêr ji bo geştiyaran were vekirin, ku torîzma bajêr bi pêş bikeve.
K24 – Êlih
Li Êlihê ya Bakurê Kurdistanê dêreke kevnaye ya bi navê Mor Kiryakus heye. Niha xêbat têne kirin ku dêr ji bo geştiyaran were vekirin, ku torîzma bajêr bi pêş bikeve.
Dêra Mor Kiryakus di sedsala 4an de ango beriya hezar û 600 salan, li Qûbîna Êlihê, li ser erdekî 2 hezar 500 metreçarçik hatiye avakirin. Heta 50 sal berê jî dêr ji aliyê Suryaniyan ve dihate bikaranîn û zarokên wan lê perwerde dibûn.
Cîgirê Midûrê Mûzeya Êlihê Vehbî Yurt derbarê dêrê de ji K24ê re axivî û got: "40-50 sal berê Sûryanî li vê derê hebûn. Oldarên wan, alimên wan û metropolit partîkên wan li vê dera bûn. Perwirên xwe yên olî li vê dera cîbicî dikirin. Zarokên xwe li vê dera perwerde dikirin, li odeyan ders dida wan."
Piştî demekê ji ber nebûna keşe dêr tê girtin û dêr bê xwedî dimîne. Gelek salan, ji ber bêxwedîbûnê, welatî zibilên xwe diavêjin dêrê û derdora wê. Lê belê beriya 5 salan Mûzeya Elîhê û Welatî xwedî li dêrê derdikevin û dest bi paqijiya wê dikin.
Gundiyê bi navê Numan Aktaş dibêje: "Em dixwazin ev dêr ji bo tûrîzmê were vekirin. Ji bo herêma me, ji bo gundê me û ji bo pêşketina Tirkiyê girîng e."
Bo paqijkirina dêrê nêzî 20 kes dixebitin û tê çaverêkirin ku heta dawiya sala 2016an dêr ji bo tûrîzmê were vekirin. Welatî û rayedarên mûzeyê dibêjin heger dêr bo tûrîzmê were vekirin dê tevkariyeke xurt bide tûrîzma bajêr û aboriya wan.