Li Êlihê kurseka " Hûnera Hefandina Sedefê" birêve çû

Xwendekar xemgînin ku karê wan wê zû xilas bibe. Ji lewre daxwaza wan ew e ku zêdetir projeyên bi vî rengî bên çêkirin.

K24-Êlih

Li gorî mêran, di her warê jiyanê de bi taybetî jî di warê xebatê de barekî giran li ser pişta jinan e û azadiya wan hîn bi sînorkiriye. Jiyana gelek jinan di hûndirê malan de derbas dibe û gelek ji wan ne xwedî pîşene. Projeya ku li Hêskîfa navçeya Êlihê hatiyê amadekirin ji bo van jinên ne xwedî pîşe ne dibe derfetek mezin.

Li Êliha bajarê bakurê Kurdistanê projeya ku ji aliyê Midûriyeta Peydakirina Kar yanî(ÎŞKUR) û Midûriyeta Perwerdahiya Gel ya Hêskîfê ve hatiye amadekirin ji bo bermalî û qîzên ciwan dibe fersendek. Jin bi saya vê projeyê hem dibin xwedî pîşe hem jî ji bo debara xwe pereyan qezenc dikin.

Di bin banê vê projeya bi nave " Hûnera Hefandinê ya Sedefê" de 25 xwendakar hene û rojê 20 Lîreyên Tirkî qezenc dikin. Xwendekar li ser depikên exşap nigarên heremê dinexşînin û ev jî li cihekî wekî Hêskîfa turîstîk ji aliyê welatî û geştyaran ve eleqeyeke mezin dibînê.Jin bi depikan qotiyên xişr, kopal, seatên dîwaran, neynikên darîn û bi dehan tiştên xemilandinê çedikin.

Mamosteya qursê Sabahat Ekîncî wiha got:"Keçikên me tên xwe hînî hûneran dikin, ji wan re jî başe. Ji hindikayî ve ev der cihekî turîstîk e. Yên ku derfetê wan tune be tên vê derê. Ev him ji bo mutbexa wan başe him jî hînî pîşeyan dibin. Di paşerojê de ew jî dikarin wî karî bikin û dikarin kargeheke xwe vekin ku debara xwe bikin."

Her wiha li navçaya Hêskîfê gelek derfetên kar tune ne. Lê belê ev amurên bi destê jinan tên çekirin; ji berku navçeya Hêskîfê cihekî turîstîkeev amûr bileztên firotin.

Xwendekar Nebahat Ozoglu ji aliyê xwe ve wiha got:

"Em tên vir qursa Sedefê, em tên him fêrî kar dibin û him dibin xwedî pîşe û him jî pereyan qezenc dikin.İŞKUR alîkariyê didê me. Em dixwazin vî karî bi awayekî keleporî berdewam bikin û em ji bo vê diçin dibistanên vî karî jî."

Xwendakarên qursê amaje bi wê yekê dikin ku ew deh rojan tên vî cihî û ev kar wê 6 mehan berdewam bike.

Xwendekar xemgînin ku karê wan wê zû xilas bibe. Ji lewre daxwaza wan ew e ku zêdetir projeyên bi vî rengî bên çêkirin.