Tûfenkçî: Ziyana derbeya leşkerî 300 Mîlyar Lîre ye
Wezîrê Bazirganî û Gûmrikê yê Tirkiyê dibêje, Tirkiye ji ber hewla derbeya leşkerî 300 Mîlyar Lîre ziyan dîtiye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bazirganî û Gûmrikê yê Tirkiyê dibêje, Tirkiye ji ber hewla derbeya leşkerî 300 Mîlyar Lîre ziyan dîtiye.
Wezîrê Bazirganî û Gûmrikê yê Tirkiyê Bûlent Tûfenkçî di kombûneke ligel rojnamevanan de li ser pirsekê eşkere kir ku, piştî hewla derbeya leşkerî aboriya Tirkiyê bi ziyaneke berbiçav re rûbirû maye. Heta niha wan nêzikê 300 Mîlyar Lîre xisar dîtine.
Tûfenkçî got ku, ev hejmar dibe ku zêdetir be jî. Xisara wan bi taybetî jî di warê sektora geştiyariyê de çê bûye, ji ber ku piştî hewla derbeyê nêzikê mîlyonek rezervasyonên geştiyariyê hatine betal kirin.
Wezîr Tûfenkçî da zanîn ku, ewê di hefteya bê de hemû hûrgiliyên derbarê bandora derbeyê ya li ser aboriyê eşkere bikin.