Diyarbekir: Li 14 deveran qedexe hat ragihandin

Li Bakurê Kurdistanê, 14 deverên Diyarbekirê derketina derva hate qedexe kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê, 14 deverên Diyarbekirê derketina derva hate qedexe kirin.

Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku, li 14 gundên navçeyên Hazro, Farqîn û Licê bi hinceta dê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyon pêk werin, derketina derva qedexe ye.

Parêzgerî diyar kir ku, qedexe ji 2ê Tebaxê demjimêr 17:00an dest pê dike û heta fermaneke nû berdewam dike.

Herwiha Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku, ji bo ewlekariya mal û canê welatiyan pêwîst e hişyariya parêzgeriyê ber çavan were girtin.

 

Fly Erbil Advertisment