Zaro yên Suryayê li Lubnanê û arîşe ya perwerdeyê

Yek milyon zarokên sûrî bê perwerdekirin, encama wê yekê ye ku aliyên navdewletî nikarîn alîkariya penaberên sûrî bikin, li gor raporta rêxstna (their World) ya zarokan, nîzîkî 1.4 milyar dolar ji aliyê konfransa welatên perebexiş li Londonê hatin terxan kirin ew jî ji bo dibistanên ku pêşewaziya zarokên sûriyan dikin, lê tenê 400 milyon dolar hatine xerckirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4a0e403a-2697-46de-bd90-4c285c9e9e26/Syria%20zarok%20Lebanon.ism/manifest

K24- Hewlêr

Yek milyon zarokên sûrî bê perwerdekirin, encama wê yekê ye ku  aliyên navdewletî nikarîn alîkariya penaberên sûrî bikin, li gor raporta rêxstna (their World) ya zarokan, nîzîkî 1.4 milyar dolar ji aliyê konfransa welatên  perebexiş li Londonê hatin terxan kirin ew jî ji  bo dibistanên ku pêşewaziya zarokên sûriyan dikin, lê tenê 400 milyon dolar hatine xerckirin.

Kevin Watkins birêveberê rêxistina geşepêdanê, got: Zarok li jêr metirsiyeke mezin de ne, perwerdekirin hemû metirsiyan ji nav nabe, lê eger em zarokan binxe dibistanan de û derfetekê bidin wan ji bo perwerde bin, ev yek dê wan dûrî karkirna zaroka bike, keçikên temen piçûk jî zû zewac nekin.

Nîzîkî 2.5 milyon zarokên sûrî penaber di neteweyên yekgirtî de tomarkirî ne, piraniya wan li welatên cîranê sûriyê ne, li libnanê jî nîzîkî nîv milyon zarokên nayêne perwerdekirin hene.

Osman Hemdan Penaber, got: Zarokê min demekê çûne dibistanê wan hinek lîstik fêr kirin û gotin xilkas, ez hez dikim ew perwerde bin, hez nakim nezan bin.

Li gor rêxistina navdewletî ya geşepêdanê, perwerdekirin derfeteke da ku zarok ji metirsiyên penaberiyê werin parastin, ji wan jî, karê zû ji  bo zarokan, zewaca pêşwext, û tevlîbûna bi girûpên tund re.

Kevin Watkins birêveberê rêxistina geşepêdanê, got: Eger tu ji dê û bavên van zarokan re bêje ku derfeta xwendinê ji be wan tune ye, wê neçar bin ku zarokên xwe bişîne cadeyan da ku kar bikin,  bi vê yekê jî dikevine jêr metirsiya ku tevlî girûpên tund bibin, ji ber vê yekê jî peyameke me jib o yekîtiya ewropayê re heye ku pêwîste sçnorên xwe li  ber xelkê  negirin, û alîkariyê ji bo welatên din jî ku pêşewaziya penaberan dikin pêşkêş bikin.

Nifşekî sax ji zarokê sûriyan di demeke reş de dijîn, û li benda paşerojeke nediyar in, dûrxisitina wan ji perwerdekirinê encama şerekî tund li sûriyê bû, bi vê yekê jî paşeroja vî nifşî ku paşeroja welatê sûriyê ye winda dibe.