Şandeke YNKê serdana Îranê dike
Li ser daxwaza berpirsên Îranê, biryar e îro şandeke pilebilind yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê wê partiyê, serdana Tehranê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li ser daxwaza berpirsên Îranê, biryar e îro şandeke pilebilind yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê wê partiyê, serdana Tehranê bike.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Debax ji K24ê re ragihand, li ser daxwaza Tehranê, şabdeke YNKê serdana Tehranê dike.
Debax amaje bi wê yekê kir ku, şanda YNKê ligel berpirsên pilebilind yên Îranê dicivin û civîn jî hevdîtin û guftûgoyên asayî ye.
Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih serpereştiya wê şandê dike.