Asayîşa Dêrikê 9 ciwan girtin 7 ji wan ên malbatekê ne

Bi hiceta leşkeriya neçar hatin girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Asayîşa bajarê Dêrikê bi armanca leşkeriya neçar 9 ciwanan ji gundê Şirkê yê bajarê Dêrikê digre ku 7 ji wan ji yek malbatê ne.

Welatiyên gundê Şirikê ragehandin ku dema ciwanên gundê wan li deriyên sînorî Sêmalka yê di nevbera Rojava û Başurê Kurdistanê de karê hilgirtina kelûpelan dikirin 9 ciwan ji aliyê Asayîşa bajarê Dêrikê ve hatin girtin.

Ji aliyê xwe çalakvanekî navê wan ciwanan bi K24ê aşkere kirin û ew jî: Cedan Zeydûn, Nayîf Zeydûn, Hadî Zeydûn, Besam Zeydûn, Faris Zeydûn, Nadir Zeydûn, Siwar Zeydûn Meyser Feyad û Cidîi Bakir.

Malbatan wan ciwanan dan zanîn ku ew ciwan bi hiceta leşkeriya neçar û xweparastinê hatin girtin.Herwiha tekez kir ku 7 ciwan ji yek malbatê ne.

Ji aliyê xwe ENKS diyar kir ku, Asayîş wan ciwanan bi zorê tevlî YPGê dike û wan dibe eniyên şer.