Mehmûd Sengawî: Şîe hêriş dikin ser Kurdan

Endamek ê Mekteb a Sîyasî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdisatn(YNK)yê ragehand: Şîe pîlan dadirêjin daku hêriş bikin ser Kurdan piştî bi dawî hatin a Daişê.

K24- Hewlêr

Endamek ê Mekteb a Sîyasî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdisatn(YNK)yê ragehand: Şîe pîlan dadirêjin daku hêriş bikin ser Kurdan piştî bi dawî hatin a Daişê.

Mehmûd Sengawî di kongireyek a rojnamevanî de li Helbce, daxwaz ji alî yên sîyasî dike ku rêz ên xwe bikin yek û hilwêstek a hevpişk hebin ku li berjewendî ya Kurd be.

Senagawî li ser qonax a piştî Daişê û hilwêst a Şîe beranber Kurd bo rojnamevan axift û got: Hîç alîyek nîye bixwaze gel ê Kurd rizgar bibe, Şîe ku rûxweşî ya xwe beranber bi Kurd nîşan didin û guzariştê jê dikin, evro mijûlî darijtin a pîlanane dij bi Kurd piştî neman a Daişê.

Sengawî nimûne ya axivtin ên xwe bi wê yekê vehîna ku li nahye ya Gulale(Celewla) kesek ku fermandare di nav girûp a Xurasan, ew haydar kirîye ku piştî şerr ê Daişê, şerrî li dijî Kurd dike. Lew pêdivîye Kurd nav mal a xwe rêk bike û rêz ê li xwîn a qurbanî yên Helebce bigre.

Sengawî neveşart jî ku kurd di metirsîyê de ye, heke ew metirsî ya sal a 1975 dûbare bibe, wê çaxê wek xayîn li serkirde yên Kurd dinerin. Pêdivî ye bo berengabûn a metirsî yên  ser Kurd yekrîz û hevgrtî bin.