Fazil Mîranî: Pêşveçûn di peywendiyên navbera PDK û YNKê de heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê ragihand ku rojeka bi aştî ji 100 rojên cengê çêtir e û divê Kurd bibin parek ji çareseriyê ne ku bibin qurbaniyên guhartinên deverê, tekez li ser yekdengiya aliyên Kurdî û redkirina her xwesepandineka nedestûrî ji aliyê Bexdayê ve jî kir.
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî îro Çarşem, 21ê Cotmeha 2026ê, di dema birêveçûna Gera 18ê ya Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya Pirtûkan de bû mêvanê stûdyoya vekirî ya Kurdistan24ê.
Fazil Mîranî ragihand: "Ez ji pêşangeha pirtûkan hez dikim, ji ber ku ne cihê civîna nivîskar û xwîneran tenê ye, belku çalakiyeke girîng a civakî ye jî. Ev jî wê wateyê dide ku xelkek heye Kurd û Herêma Kurdistanê nas dike û xwîner û nivîskarên me yên baş hene û herwesa tekez li ser hebûna ewlehî dike."
Navbirî herwesa got ku serweriyeke mezin e bo me ku her sal ev pêşangeh ji aliyê Serok Barzanî ve tê vekirin. Di derheqa pirtûkan de jî dibêje ku pirtûk kilîta vekirina mejî ne û her kesekê bi carekê di pirtûkekê negihîşt, bila dubare bike û tenê bo xweşiktiyê nedanê belku bixwîne jî.
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê herwesa got: "Hemî alî behsa guhartinan dikin, lê ya girîng ew e ku em bizanin guhartin kîjan in û bi çi mekanîzmayê têne kirin, pêdivî ye em bizanin em dê di ku dera wan guhartinan de bin û xwe ji guhartinên xirab dûr bixin."
Di derheqa rewşa deverê de jî, Fazil Mîranî ragihand: "Rojeka bi aştî ji 100 rojên cengê çêtir û xweştir e, em hêvîdar in Îraq û Herêma Kurdistanê jî ji guhartinên xirab dûr bin." Tekez jî kir: "Pêdivî ye em bibin parek ji çareseriyan ne ku bibin parek ji qurbaniyan, divê em hemî bi hev re bo parastina destkeftiyan bizavê bikin û rêyê nedin ku ji destê me biçin."
Di derheqa dastanên Sihêla û Pirdê de jî got: "Cihê serbilindî û dilxweşiya Kurdan e û li beranberî wê yekê jî pêkneanîna hikûmetê cihê dilgiraniya hemî aliyan bû, lê pêşveçûnek di peywendiyên navbera PDK û YNKê de heye."
Di derheqa peywendiyên wan ligel Hikûmeta Îraqê de jî, got: "Her xwesepandineka bi piraniyê ku dijî destûrî be, em red dikin. Divê tevaya aliyên Kurdî li ser mafên rewa yên gelê Kurd yekdeng û yekhelwest bin."