Li Colemêrgê 7 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn

Piştî teqînê operasyo dest pê kir.

K24-Navenda

Li navçeya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê teqînek rûda, di encam de 7 leşkerên Tirkiyê birîndarbûn.

Derbarê teqînê peyamnêrê K24ê ragehand ku li ser rêya Şemzînan Colemêrgê û wanê karwaneke serbazî rawstiyayî bû teqînek rûda,di encam de 7 serbazên Tirkiyê birîndarbûn, ew birîndar piştî bûyerê hatin veguheztin bo nexweşxaneyê.

Piştî teqînê lîkolîn hatin kirin û operasyon destpêkir.