Aliyên siyasî çawa şerê Helebê dinirxîn in

piştî 6 rojan dorpêçkirina bajarê Helebê hate vekirin.

K24-Qamişlo

Piştî 6 rojan ji operasyoneke hevbeş, dorpêçkirina hin taxên Helebê hate vekirin û gelek guhertinên ciyosiyasî ji aliyê helwestên hêzên navdewletî bi xwere anî, herwiha rewşa sivîlên kurd yên di Helebê de dijîn.

Hin siyasetmedarên kurd dibînin ku têkçûna rêjîma Sûriyê li helebê dê hêza çekdarên opozisyonê zêde bike û fişarê li ser YPG di taxa Şêx Meqsûd de çêbike ev yek jî metirsiya xwe li ser pêkanîna komkujiyan ne derheqê sivîlên Kurd de çêdike.
Hin şirovekar dibînin ku êrîşa li ser bajarê Helebê ji aliyê çekdarên opozisyonê ve, di bin çavdêriyeke navdewletî de birêve diçe, bo wê jî ne egere ku şer di nav bera wan û YPG'ê de li Şêx Meqsûd derkeve holê, herwiha dibînin ku divabe hêzên Kurdî bêhtir ji hemû deman li xwe vegerin û helwestên xwe derbarê pirsên navxweyîçareser bikin nemaze yên girêdayî mafê û parastina Kurdan.
Di 31ê Tîrmeha borî de operasyona vekirina dorpêçkirina bajarê Helebê ji aliyê çekdarên opozisyonê ve hate destpêkirin, ev kempîn ku odeya artêşa Fetih û Fetih Heleb serkêşiya wê dikin serkirdeyekî wê bi navê Yasir Ebdulrehman di daxuyaniyekê de bal kişand ser taxa Şêx Meqsûd ku neşteciyên wê Kurdin û gef dane YPG ê bi behaneya ku YPG'ê piştgirya rêjîmê dike.

Ji aliyeke din ve  hin çavdêrên din dibînin kuheta niha şer bi dawî ne bûye lewma metirsî li ser jiyana Kurdan li Şêx Meqsûdê tuneye, li gor hin pisporên din dibînîn ku serketina çekdarên opozisyonê dê şer ber bi Şêx Meqsûd ve jî bibe û metirsiyên pêkanîna komkujiyan der heqê Kurdan de dê her bimînin.