Teqînek li Amedê jî çêbû
Di encama teqînekê li bajarê Diyarbekir de 5 welatî û polîsek canê xwe ji dest dan.
K24 - Navenda Nûçeyan
Di encama teqînekê li bajarê Diyarbekir de 5 welatî û polîsek canê xwe ji dest dan.
Li bajarê Diyarbekirê navçeya Surê wesaîtek bombebarkirî dema minibûsa polîsan derbas dibû hate teqandin.
Di encamê de 5 welatiyan canê xwe ji dest dan, 5 polîs û 7 welatiyan jî birîndar bûn.