Tîma K24ê jî ber bi topbarana Îranê ket
Di dema romalkirina topbarankirina Îranê li ser navçeyên sînor li devera Biradost, çend top li nêzîkî tîma K24ê ketin, li gor zaniyariyan ti ziyan negihêşt tîma K24ê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di dema romalkirina topbarankirina Îranê li ser navçeyên sînor li devera Biradost, çend top li nêzîkî tîma K24ê ketin, li gor zaniyariyan ti ziyan negihêşt tîma K24ê.
Peyamnêrê K24ê li Soran Teyfor Mihemed got: “Di dema romalkirina toparana Îranê li ji devera Biradost re, çend top li nêzîkî min û wênegirê K24ê ketin, topek jî gelek nêzîk li kêleka wênegir Saman Mihemedî ket, ji ber hêza tope Saman Mihemed kete xwarê, lê ti ziyan negihêşt wî.”
Peyamnêrê K24ê got jî: “Piştî wê yekê, çend rojnamevanên din hatin navçeyê, lê ji ber saxiya wan, me ew agahdar kirin ku vegerin, di wê demê de jî çend top li nêzîkî wan jî ketin.”
îro ji demjimêr 10:30 ve topxaneyên Îranê navçeya Berbizîn li devera Biradost topbaran dike û heta niha jî topabarankirin berdewam e.