Erdogan bersiva Cemîl Bayik dide

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bersivê Hevserokê KCKyê Cemîl Bayik da û got dema hûn ji bo şerî hatin nav bajaran, hûnê bersiva xwe jî bistînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bersivê Hevserokê KCKyê Cemîl Bayik da û got dema hûn ji bo şerî hatin nav bajaran, hûnê bersiva xwe jî bistînin.

Erdogan duh li Koşka Serokomariyê di mitînga demorasiyê de li ser daxuyaniyên Cemîl Bayik got, hin kesên ji çiyayê Qendîlê gefan dixwin ku dê şerî veguhezînin nav bajaran. Dê ji çiyan berê xwe bidin bajaran. Bila werin dema ew hatin ew ê bersiva me jî bibînin.

Erdogan got, ew ji wan daxuyaniyan natirsin û hemû rêxistinên terorî yên wekî PKK, Cemeata Fetullah Gulen, DAIŞ, PYD û YPGê bila bibin yek û hemû bi hev re werin.

Cemîl Bayik çend roj berê ji ajanseka nêzikî PKKê re diyar kiribû Ku, ewê êdî şerî veguhezînin nav bajarên Tirkiyê û çalakiyên mezin lidar bixin.

 

Fly Erbil Advertisment