Li bakûr ji niha ve dest bi karûbar ê zivisatnê dikin

Zivistanên bakurê Kurdistanê dirêj û dijwar derbas dibin. Ji ber wê yekê xebatên ji bo debara zivistanê niha de destpêkirin. Li Êlihê jinan li serê banê xwe dest bi hişkirina îsot û bacanê reş kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b66d7c74-9162-4788-8532-19fac5b0d0e4/AmadekariyenZivistane.ism/manifest

K24-Hewlêr

Zivistanên bakurê Kurdistanê dirêj û dijwar derbas dibin. Ji ber wê yekê xebatên ji bo debara zivistanê niha de destpêkirin. Li Êlihê jinan li serê banê xwe dest bi hişkirina îsot û bacanê reş kirin.

Li Êliha bajarê bakurê Kurdistanê jinên ku tehmên cihî û xwarinên keleporî ji mutbexên xwe kêm nakin bergiriyên xwe yên zivistanê dikin. Gelek bermalî li ser banê xaniyên xwe îsot, bacanê reş û şînahiyên hişk dikin û xwe ji bo zivistanê amade dikin.

Ev şînahiyên ku bi temamî sirûştîne, di benikan de tê rêzkirin û piştre jî li ser banên bilind,li ber rojê ji bo hişk bibin tên daliqandin. Bi boçûna bermaliyan ev xebata wan çandeke dinava Kurdan de ku bi salan e berdewam dike.

Ayşete Yilmaz- dibêje:"Em her sal diçin bacanan tînin,wekî keleporekê em dikin dolme bav û dapîrên me, metik û xaltîkên me tev bacanan çedikin, me jî ji wan girtiye. Em dibin li ser serê xênî radixin,hişk dibin."

Jinên ku diçin bazaran de wan zebzeyên sirûştî dikirin bi hevkariya cinarên xwe wan zebzeyan parçe parçe dikin, paqij dikin û bi hev re wan zebzeyan amade dikinû li ser banan dadiliqînin.

Mevlûde Onat - Welatî  - dibêje:"Jinika cîranê me ji xwe re bacan kirîne. Nêzîka 33 kîlo bacan û 33 kîlo jî îsot kiriye. Li havînan em hemû komdibin cem hev û wan zebzeyan amade dikin. Em dibin der banan hişk dikin. Dema zivistanê mêvanek me tê cînerek me tê, em ji bo wan çêdikin û dixwin."

Jinên ku ji bo zivistanê ketine nava hewldanan,rava dikin ku ew her sal wan xebatên xwe dikin û dibêjin ku îsal dê zivistana wan dijwar derbas bibe; ji ber wê sedemêewli gorî salên berê zêdetir ji bo zivistanê amadekariyên xwe dikin.