Fransa:Rizgarkirina Minbicê serkeftineke stratejîk e
Gaveke giring e.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê ragehand ku rizgarkirina bajarê Minbicê serkeftineke stratejîke û gaveke bi paşvekişîna DAIŞê bo navenda xwe bajarê Reqayê.
Derbarê rizgarkirina bajarokê Minbicê ji aliyê şervanên Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê di kongreyek rojnamevanî de ragehand ku, rizgarkirina bajarê Minbicê serkeftineke stratejîke û gaveke bi paşvekişîna DAIŞê bo navenda xwe bajarê Reqayê.
Berî niha Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Aşton Karter piştî rizgarkirina Minbicê daxuyaniyeke nivîskî belav kir, ku piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên di operesyona rizgarkirina Minbicê de beşdar bûne, kir û got: "Ez gelê Minbicê, Encûmena Leşkerî ya Minbicê, Koalîsyona Erebên Sûriyê û HSDê ji ber serkeftina wan a li Minbicê li dijî DAIŞ, pîroz dikim."
Herwiha Karter ragihandibû jî, divê welatên hevpeyman alîkariya xelkê Minbicê bikin, da ku xelkê Minbicê mal û taxên xwe cardin ava bikin.