Li Tirkiyê û bakur rewşa girtîgehan di metrisiyê de ye
Daxwaz tê kirin ku girtiyên nexweş serbest bên berdan.
K24-Navenda Nûçeyan
Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, rewşa girtî û girtîgehan dibe sedema nerazîbûna xizmên girtiyan, komele û saziyên mafên mirovan û partiyên siyasî. Komeleya Mafên Mirovan û HDP bang li hikûmetê dike ku rewşa girtîgehan durist bike û girtiyên nexweş serbest berde.
Ev demeke li Tirkiyê reşwa girtî û girtîgehan dibe sedema nîqaşan. Piştî hewla darbeyî hejmara girtiyan zêdetir bû û pê re bi ragihandina rewşa awarte zext û fişara li sergirtiyan û îşkence zêdetir bû. Komeleya Mafên Mirovan bi raporekê bal kişand li ser wan kiryarên li girtîgehan yên piştî rewşa awarte û bang li rayedaran dike ku rê li bertecrîd û îşkenceya li girtîgehan bigirin.
Derbarê vê yekê Serokê Giştî yê Komaleya Mafên Mirovan OzturkTurkdoxan wiha got:"Divêrewşaawartebidawî were û ewBiryarnameyên di HikmêYaseyan de yênku di çerçovaRewşaAwarte de hatineragihandinbênbetalkirin.Divegirtiyênnexweşserbestwerinberdan."
Di salên dawî de hejmara girtiyan gelekî zêdebûye û cih di girtîgehan de nemaye. Lê piştî hewla darbeyî û operasyonên li hemberî cemaata Fethullah Gulen hejmara girtiyan zêdetir bûye û bi vê yekê şertên fîzîkîyên girtîgehan gelekî nebaş bûye. Li aliyê din Komisyonên Girtîgehan yên CHP û HDPê jî derbarê kiryarên li girtîgehan rapor amadekirine û daxwaza şandina şandeyan dike ku li girtîgehan lêkolînê bike.
Endamê Komisyona Girtîgehan yê HDPê Kenan Can wiha axifî:"Pîştî hewla darbeyî û pê re bi ragihandina rewşa awarte û sirgûnkirina girtiyên siyasî û îşkence destpêkir. Me gelek caran hewl da ku biçin girtîgehan lê astengî li ber me hate derxistin. Niha em wek HDPê dixwazin şandeyeke serbixwe serdana girtî û girtîgehan bike û lêkolînekê bide destpêkirin."
Li gorî peymanên navdewletî ku Tirkiyê jî ew îmzekirine îşkenceya li girtîgehan qedexeye Lê belê, rêxistin û komeleyên Mafên Mirovan dibêjin li girtîgehên li Tirkiyê mafên mirovan hertim bi giranî hatiye bin pêkirin. Lê kiryarên vê sala dawîn,jiyana li girtîgehan xistiye rewşeke gelekî ne baş.