Encûmena Cerablusê: Destêwedana Tirkiyê dagîrkirin e
Encûmena Leşkerî ya Cerablusê hişyariyê dide ku destêwedana Tirkiyê ji Cerablusê re dagîrkirin e û aramiya Sûriyê têk dide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Leşkerî ya Cerablusê hişyariyê dide ku destêwedana Tirkiyê ji Cerablusê re dagîrkirin e û aramiya Sûriyê têk dide.
Encûmena Leşkerî ya Cerablusê derbarê derbasbûna çekdarên opozîsyonê di sînorê Tirkiyê bo Celablusê de daxuyaniyek belav kir û tê de hat ku, piştî rizgarkirina Minbicê û gundên wê li ser destê welatiyên Minbicê û bi piştevaniya HSDê, Tirkiyê çalakiya xwe ya dijminane li deverê zêde dike, bi armanca têkbirina aramiya Sûriyê.
Di daxuyaniya Encûmena Leşkerî ya Cerablusê de hat jî, yekîneyên taybet yên îstixbarata Tirkiyê hin grûpên terrorist yên ser bi Qaide ve derbasî bajarokê Cerablusê dike, da ku wî bajarokî dagîr bike.
Jêderkî ji opozîsyona Sûriyê ragihandibû ku, çekdarên opozîsyonê di ala Artêşa Azad (Bi piştevaniya Tirkiyê) de di çend rojên bê de ji nava xaka Tirkiyê re êrîşî Cerablusê dikin.
Encûmena Leşkerî ya Cerablusê bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kir ku, pabendî sozên xwe yên derbarê parastina deverê li dijî destêwerdana Tirkiyê bibe, ku destêwerdana Tirkiyê li dijî perensîp û yasayên navdewletî ne.
Encûmena Leşkerî ya Cerablusê hişyarî da, ku binpêkirinên Tirkiyê dê ji aliyê wan ve rastî bersivdayînê were, heger encam çi bin jî.
