Li Dêrsimê leşkerek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn

Li Dêrsimê gerîlayên PKKê êrîşî ser hêzên bergirîyê yên Tirkiyê kirin û di encamê de polîsek bi pileya Erîf hate kuştin û 3 polîs birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Dêrsimê gerîlayên PKKê êrîşî ser hêzên bergirîyê yên Tirkiyê kirin û di encamê de leşkerek bi pileya Erîf hate kuştin û 3 polîs birîndar bûn.

Îro danê sibê bajarokê Nazmiye ya ser bi Dêrsimê ve, gerîlayên PKKê di demekê de êrîşî li ser Rêveberiya Asayişê, Fermandariya Cendermeyan û baregeha Qaimeqametiyê kirin.

Li hember êrîşê, hêzên Bergîriyê yên Tirkiyê jî, zû dest bi teqe kirin, di encama şer û pevçûnan de leşkerek bi pileya Erîf hate kuştin û 3 polîsên din jî birîndar bûn. Polis bi helîkopterê bo naxweşxaneya Dêrsimê hatin veguhastin.

Piştî êrîşê hêzên Tirkiyê bi mebesta lêgerîna li êrîşkeran dest bi operesyoneke berfereh kirin.

 

 

Fly Erbil Advertisment