“Barzanî vexwandina Îranê qebûl kir”
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah di daxuyaniyekê de derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bo Îranê de, daxuyaniyek belav kir.
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah di daxuyaniyekê de derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bo Îranê de, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah de hat: “Ev demeke li medyayê daxuyanî û nirxandinên curbicur di derbarê serdana Birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bi Komara Îslamî ya Îranê têne kirin. Ji bo zêdetir zelalkirina ji raya giştî re radigihînin ku Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê vexwandnameyek ji komara Îslamî ya Îranê de wergirtiye û rêzdar jî ew vexwandin qebûl kiriye, tenê maye ku demeke guncaw bo her du aliyan bê diyarkirin.”