Cîgirekî Şêwirmendê MITa Tirkiyê li Şamê ye
Cîgirekî Şêwirmendê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MIT) li Şamê paytexa Sûriyê ne û bi berpirsên pilebilind yên Sûriyê dicivin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirekî Şêwirmendê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MIT) li Şamê paytexa Sûriyê ne û bi berpisên pilebilind yên Sûriyê re dicivin.
Rojnameya “Cumhuriyet” ya Tirkiyê bi piştbestin bi rojnameya “Sefîr” ya Libnanî ragihand, Cîgirekî Şêwirmendê MITê Kemal Madenoglu duh li Şamê bi berpirsekî pilabilind yê Îstixbarata Sûriyê civiya ye.
Hat ragihand ku, pêşhateyên Bakurê Sûriyê tewera sereke ya civîna her du aliyan bû.
Belavbûna vê nûçeyê piştî wê yekê tê, ku Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihandibû, di 6 mehên bê de li Sûriyê pêşhateyên nû rû didin, gelek tişt tên guhartin.
Yildirim roja 20 Tebaxê di civînekê ligel rojnamevanan li Stanbolê ragihand, Beşar Esed di qonaxa veguhêz de beşdar dibe, lê piştre jêderekî ji Serokatiya Tirkiyê ev daxuyaniya Yildirim red kir.