Îran: Zêdetir ji 4 hezar û 500 kes cezaya bidarvekirinê li ser in
Parlementerkî Îranê dibêje, zêdetir ji 4 hezar û 500 kes li Îranê cezaya bidarvekirinê li ser in

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerkî Îranê dibêje, zêdetir ji 4 hezar û 500 kes li Îranê cezaya bidarvekirinê li ser in.
Parlememterê bajarê Ormiyê di Parlementoya Îranê de Rohulah Hezret Por ragihad ku, li Îranê zêdetir ji 4 hezar û 500 kes li Îranê cezaya bidarvekirinê li ser in, niha tê çaverêkirin ku ew ceza bêne cibicîkirin.
Hezret Por got jî: “Divê çareseriyeke bilez ji vê rewşê re bê dîtin. Nabe 4 hezar û 500 kes werin bidarvekirin.”
Hezret Por aşkere kir, ku piraniya kesên cezaya bidarvekirinêli ser in, ji ber tawanê mezin in.
Îranê di meha Tebaxê de bêhtir ji 30 kesî li tevahiya Îranê bi dar ve kir, ku piraniya wan Kurd û Sune bûn. Di rojekê de jî 20 kes bi dar ve kir.