Ebadî: Çav ê Kurd ne li ser dagîrkirin a Mûsilê ye
Heyder Ebadî, serok wezîr ê Îraqê di kongireyek a rojnameyê de xuya kir: Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê ew diltenah kirîye ku çav ê Kurd li ser dagîkirin a ax a parêzgeh a Neynewa nîne.
K24- Hewlêr
Heyder Ebadî, serok wezîr ê Îraqê di kongireyek a rojnameyê de xuya kir: Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê ew diltenah kirîye ku çav ê Kurd li ser dagîkirin a ax a parêzgeh a Neynewa nîne.
Ebadî di pişkek a dî ya axiftin ên xwe de, carek a dî daxwaz a derkevtin a hêz ên Turkîyayê ji Başîk kir û tekez jî kir ku wan li ser daxwaz a hikumet a Îraqê li wî cihî nehatîne akincîkirin.
Ebadî dawaz ji welat ên Erebî jî kir, fişarê bixin ser Turkîyayê bo vekişandin a hêz ên xwe û tekez kir ku Turkîyayê serwerî ya Îraqê bezandîye.