Bandora şerûpevçûnan li ser rewşa siyasî ya bajarê Batimanê

Li Batmanê jî, daxwaza welatiyan ew e ku, tu alî bi şer û pevçûnan li çareseriyan negere û bi danûsitendin û diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.

 

K24-Êlih

Di şer û aloziyên li Bakûrê Kurdistanê de, yek ji wan bajaran yê ku alozî lê pêknehat Elih e, siyasetmedar radigihînin ku aloziyên li bajarên derdor neyînî li ser Elihê jî kiriye. Rêvebirên partiyên Kurdistanî rexne li hikûmetê û PKKê dikin, rayedarên partiya hikûmeta Tirkiyê jî, berpirsê şer û aloziyan siyaseta ser bi PKKê ve nişan didin.

Bajarê Batmanê ku di sala 1990'i de buye parêzgarî, li gel ku bajarekî nû yê Bakûrê Kurdistanê ye, bi gelek taybetiyên xwe bi nav û bang e. Take bajar e ku,li Bakûrê Kurdistanê, lê neft  tê derxistin û hilberandin. Siyasetmedar jî baldikşînin ku li bajêr aramiyekî heye, lê tesîra buyerên li Bakûrê Kurdistanê bandor li ser hemû aliyên civakî yên Elihê jî dike.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê yê Batmanê, Ezîz Ozdemir ji Kurdistan24rê dazanîn ku, heta Tirkiye mafên gelê Kurd nasneke, tu hikûmeteke siyasî nikare, ji metirsiya cunteyan xwe rizgar bike. Ozdemîr balkişand ku bi şêwazên ewlehiiyê jî, pirsa maf û azadiyan nayê çareserkirin.

"Bajarên me wêran bûn, him jş aliyê aborî ve him ji aliyê mirovî ve di rastÎ de Kurdistan têkçû. Ji vê jî me ji roja pêşin de ji vî şerê nav bajaran re got na."

Serokê Batamanê yê Partiya Edalet û Geşepêdanê AKPê Diyadîn Uçar jî, ragihand ku partiya wî hewla ku pirsa Kurd bê çareser kirin daye, lê xêrnexwazên dewleta kûr û hevkarên wan rê li ber wan hewldanên AKPê girtine. Uçar anî ziman ku, PKK jî şirîkatî bi aliyên cuntekaran re kiriye û buye egera rewşa niha.

"Rêxistinên kûr yên nav dewletê ku  nedixwestin aştî û aramî  çêbibe û bûn egera vê rewşa neyînî ya herema me bûn eger, lê belê PKK jî ji bo wan bû nevbend."

Li Batmanê jî, daxwaza welatiyan ew e ku, tu alî bi şer û pevçûnan li çareseriyan negere û bi danûsitendin û diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.