Sebaret bi Suryayê, Evro wezîr ên derve yê Rusya û Emerîkayê li Cinêv dê kom bibin
Biryare evro herdû wezîr ên derve yê Emerîkayê,Con Kêrî û hevta yê wî yê Rusyayî, Sêrgî Lavrov li Cinêvê kom bibin li ser tengije ya Suryayê û operasyûn ên çend roj ên burî yên Turkîayê di nav ax a Suryayê de.
K24- Hewlêr

Herweha wezaret a derve ya Emerîkayê aşkera kirîye ku di wê kombûnê de behs a wê yekê dihê kirin ku Rûsya givaşê bixe ser rijêm a Suryayê heya ku agirbest a 48 demjimêrî li bajr ê Helebê biragehîne, daku harîkarî yên mirovî yên rêkxistî ya Netewe yên Hevgirtî bigehe dest danîşvan ên bajar ê Helebê ku bi eger a şerr û pêkdadan ên evê dawîyê li Hilebê harîkarî negehiştîye dest wan.