Jinên Kurdistanê di korbenda Moskoyê de amade bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Moskoya paytexta Rûsyayê, bi beşdariya nûnerên zêdetirî 50 welat û herêmên cîhanê, Gera Pêncem a Korbenda Navdewletî ya “Jinên Hezarsala Sêyem” hat lidarxistin.

Bo cara yekem şandeke jinên Kurdistanê bi vexwendina fermî beşdarî vê korbenda navdewletî bû. Şandeya Kurdistanê bi serokatiya Emîndara Giştî ya Encûmena Bilind a Karûbarên Xaniman û Geşepêdanê Dr. Xanzad Ehmed û bi endametiya Sekretera Yekîtiya Afretên Kurdistanê Zîba Teha û Nûnera Jinên Revenda Kurdistanî li Rûsyayê Seda Mûseyan di korbendê de amade bû.

Nûnera Jinên Revenda Kurdistanî li Rûsyayê Seda Mûseyan derbarê girîngiya beşdariya wan di korbendê de ji Kurdistan24ê re axivî û got: “Vexwendina şanda me ya ji Kurdistanê ji aliyê Wezareta Derve ya Rûsyayê ve, bi rastî semboleke rêzgirtineke pir mezin e, ku dê di paşerojê de bibe sedema vekirina diyalogeke nû di navbera gelê me yê Kurd û Rûsan de.”

Seda Mûseyan tekez kir ku ew bawer e yekîtiya wan dê bibe bingeheke zexm û pireke çandî di navbera gelê Kurd û Rûsan de û wiha berdewam kir: “Bi rastî ev yek gelekî girîng e, ji ber ku bi rêya têkiliyên bi vî rengî, peywendiyên di navbera Kurdistan û Rûsyayê û her du gelan de dê gelekî geştir bibin.”

Mûseyan di dawiya axaftina xwe de hêvî xwest ku ev pêngav bibin sedema pêşketinên zêdetir û got: “Ez difikirim ku ev yek gelekî baş e û eger em bi van gavan herin pêş, em ê ji bo gelê me yê Kurd bigihîjin gelek astên bilind.”