Civîna bilind a polîtburoyên PDK û YNKê li Hewlêrê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê civîneke bilind a Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo aramkirina aloziyan û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de dest pê kiriye. Ev civîn weke yekem hevdîtina fermî ya her du aliyan piştî çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê tê hejmartin.
Li gorî zanyariyên ku ketine destê Kurdistan24ê, îro şemiyê (21ê Mijdara 2026an) saet 11:00ê berî nîvro şandeke Polîtburoya PDKê û şandeke Polîtburoya YNKê li Hewlêrê civiyane û civîn heta niha jî berdewam e.
Şandeya PDKê ji Endamên Polîtburoyê Mehmûd Mihemed û Piştîwan Sadiq pêk tê û şandeya YNKê jî ji Endamên Polîtburoya YNKê Rêwas Fayiq û Yûsif Goran pêk tê.
Ev civîn weke yekem hevdîtina fermî ya di navbera her du aliyan de piştî çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê di vê mehê de tê û weke destpêkekê ji bo aramkirina aloziyan tê dîtin. Tê çaverêkirin ku di civînê de gotûbêj li ser pirsgirêkên navbera PDK û YNKê werin kirin, bi taybetî piştî pêşhatên çalakkirina parlamentoyê.
Roja 4ê Mijdara 2026an, piştî nêzîkî du salan ji hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê, parlamento bi amadebûna 52 parlamenteran civiya û Desteya Serokatiyê hilbijart. Di wê rûniştinê de Vala Ferîd weke Serok, Ramîn Nûrî Ewdî weke Cîgir û Muna Nebî Qehweçî jî weke Sekretera Parlamentoyê hatin hilbijartin.
Paşê roja 9ê Mijdara 2026an, Serok Barzanî peyamek belav kir û tê de daxwaz ji YNK û PDKê kir ku bicivin û dawiyê li qeyrana siyasî bînin, her wiha banga pêkanîna hikûmeteke niştimanî ya bingehfireh kir.
Her wiha roja 18ê Mijdara 2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna Encumena Wezîran de piştevaniya xwe ji bo bangawaziya Serok Barzanî dupat kir û daxwaz ji tîma wezîrên YNKê kir ku vegerin ser karên xwe.
Hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê roja 20ê Cotmeha 2024an hatibûn lidarxistin û tê de PDKê 39 kursî û YNKê 23 kursî bidest xistibûn.