Li Dareya çekdarên opozîsyonê dest bi valekirina bajêr kirin
Beşa yekem ji 300 çekdaran ligel malbatên wan pêk tê.
K24-Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya rêkeftina di navebra rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî derbarê valekirina bajarê Dareya ku, ji sala 2012ê ve dorpêçkiribû, welatiyên sivîl ligel çekdaran dest bi valekirina bajêr kirin.
Derbarê vê yekê ajansa Frans Prss ragehand ku, piraniya welatiyên sivîl ên ji bajarê Dareya derketîn û bi rêya otombîlan bi rêketin jin û zarok bûn, herweha kesên temen mezin bûn.li gor ajansa navborî otombîla Heyva Sor a Sûrî û yek a ewlekariya Sûriyê ligel wan sivîlan bi rêketin.
Ji aliyê xwe ve jêdereke leşkerî ji hema ajansê re ragehandibû ku, beşa yekem ji 300 çekdaran ligel malbatên wan pêk tê.
Di 2012ê de bajarê Dareya ji aliyê rejîma Sûriyê ve dûpêçkirîbû, li gor rêkeftinekê li gel opozîsyonê ew navçe dê were valakirin û radestî rejîmê bibe.