Şerr û alozî di perleman a Îraqê de danîştin a wê gîro dike

Bi eger a şerr û alozîyê di navber a hijmarek a perlemantar ên Kurd û Perlemantar ên Ereb de, evro kombûn a Civat a Nwêner ên Îraqê bo nîv demjimêran hat gîrokirin.

K24- Hewlêr

Bi eger a şerr û alozîyê di navber a hijmarek a perlemantar ên Kurd û Perlemantar ên  Ereb de, evro kombûn a  Civat a Nwêner ên Îraqê bo nîv demjimêran hat gîrokirin.

Nûçegihan ê Kurdistan24 di Civat a Nwêner ên Îraqê ragehand: Bi eger a wê yekê ku lêpirsîn li Hoşyar Zêbarî di karname ya evro ya perlemanê de nebûye, serok ê firakisyûn a Partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê, red kirîye deng li ser evê mijar ê bide. Li beranber evê jî, Heysem Cibûrî, bi axiftin ên ne hejî bersiv daye. Duv re jî Şaxewan Ebdûllah, perlemantar ê Kurd hêriş kirîye ser Cibûrî û bi eger a evê yekê jî kombûn bo nîv demjimêrê hatîye gîrobûn û dûv re carek a din destpêkirîye.

Biryare di evê danîştin a perlemanê de çend yasayekan dixin ber dengdanê.

Ji alîyekê dî ve lêpirsîn ji Hoşyar zêbarî berdewame  di danîştinê de û çavkanîyek ê bi nûçegihanê Kurdistan24 ragehand ku pirranî ya endam perelmanan bawerrî bi bersiv ên Hoşyar Zêbarî nebûne û bersiv ên wî red kirîne.