Pentagon:heta niha HSD hevpeymanê me ye

Tirkiyê bi piştgiriya hêzên navdewletî di 24ê Tebaxê de bi firokeyên şer ji esman û bi tang û topan jî ji bejayê Cerablus bombebaran kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê(Pentagon) Kirstofer Şîrod ragehand ku, Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) heta niha hevpeymana wî welatî ye di şerê li dijî DAIŞê de.

Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê(Pentagon) Kirstofer Şîrod ji ajansa Novistî ya Rûsyayê re daxuyaniyek belav kir, tê de bersiva rojnameyê derbarê helwesta Amerîka ji bombebarankirina firokeyên Tirkiyê ji bingehên HSD neda, lê Berdevkê Pentagonê da zanîn ku, ew hêz heta niha hevpeymanê Amerîkayê ye di şerê li dijî DAIŞê de.

Herwiha Şîrod aşkere kir ku, Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) yek ji wan hêzên herî bi bandor û ektîv in li dijî çekdarên DAIŞê.

Tirkiyê bi piştgiriya hêzên navdewletî di 24ê Tebaxê de bi firokeyên şer ji esman û bi tang û topan jî ji bejayê Cerablus bombebaran kir. Dûv re leşkerên Tirkiyê li gel leşkerên Artêşa Sûrî ya Azad Cerablus a ku ji sala 2014an ve di destê DAIŞê de bû standin.