Firokeyên Tirkiyê li bakurê Celablusê 20 kesan dikuje
Herwiha 10 welatiyên sivîl jî canê xwe ji dest dane.
K24-Navenda nûçeyan
Firokeyên Artêşa Tirkiyê gundên bakurê Celablusê danê vê sibehê bombebarankirin, di encam de 20 welatiyên Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) hatin kuştin.
Derbarê wê mijarê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, firokeyên Tirkiyê bingeh û navendên HSD li gundê Cib El-Kusa bombebarankir, di encam de 20 endamên HSD hatin kuştin.
Li gor medyayên ser bi opozîsyona Sûriyê ve jî di wê êrîşa Tirkiyê de 10 welatiyên sivîl ku, HSD ew weke mertalên mirovî bikaranîbûn hatin kuştin.
Ji aliyê xwe ve ajansa SkayNews di nûçeyeke xwe ya bilez de ragehand ku, di encama bombebarankirina firokeyên Tirkiyê li ser navçeyên bakurê Cerablusê 20 kes hatin kuştin.
Artêşa Tirkiyê di 24ê vê mehê dest bi operasyonekê li bajarê Cerablusê dest pê kir, heta niha jî berdewam e.