Artêşa Iraqê Cezîra El-Xalidiye bi temamî kontirol kir

Di dawî ya sala borî de Artêşa Iraqê bajarê El-Remadî rizgarkirbû .

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Iraqê ragehand ku, hêza wê Cezîra El-Xalidiye ser bi parêzgeha Enbarê piştî mehekê ji şerûpevçûnan di navbera wan û çekdarên DAIŞê kontirol kir.

Derbarê vê Serowezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de şeva borî wiha regehand:"Em ji welatiyên xwe dawîbûna operasyona El-Xalidiyê û kontirolkirina wê bi tememî radgehînin."

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Bergiriya Iraqê di daxuyaniyekê de tekez kir ku, Cezîra El-Xalidiye bi temamî ji çekdarên DAIŞê hate baqijkirin.

Di dawî ya sala borî de Artêşa Iraqê bajarê El-Remadî rizgarkirbû lê ew navçeyên çandiniyê li bakur û rojhelat di destê DAIŞê de mabûn.