Iraq daxwaza guhertina balyozê Erbistana Siûdiyê dike
Erebistana Siûdiyê di dawî ya sala 2015ê de li Baxdayê balyozxaneya xwe vekirbû.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Iraqê daxwaz ji Erebistana Siûdiyê dike ku, balyozê wê li Bexdayê Samir El-Sebhan were guhertin.
Derbarê vê yekê Berdevkî Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Cemal bi awayeke fermî di daxuyaniyekê de, daxwaz ji Siûdiyê kir ku, balyozê xwe li Bexdayê biguherîne.
Berî niha partiya El-Dewa û hin berpirsên Iraqê yên Şîe piştî rexnekirina Balyozê Siûdiyê ji Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî re daxwaza kir bûn ku, ew balyoz ji Iraqê were dûrxistin.
Ji aliyê xwe Wezîrê Derve yê Iraqê Ibrahîm El-Caferî di Hezîrana borî de ragehandibû ku, El-Sebhan destewerdanê di karûbarê navxweyiya Iraqê de dike.Aşkere kirbû ku, tişta dike ti pêwendiya wê bi karê wî re weke balyoz nîne.
Erebistana Siûdiyê di dawî ya sala 2015ê de li Baxdayê balyozxaneya xwe vekirbû.