Opozîsyona Sûriyê razîbûna xwe ji derbaskirina alîkariyan ragehand
Di daxuyaniya grûpên opozîsyonê de jî hatiye ku, ew hevkariya her destpêşxereiyê dikin bo alîkariya sivîlên Helebê.
K24-Navenda Nûçeyan
Piştî ku, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura ji hemû aliyên şer daxwaz kir ku rê li ber derbaskirina alîkariyên mirovî bo bajarê Helebê were vekirin, 8 grûpên opozîsyona Sûriyê ew daxwaz qebûlkir.
Derbarê wê yekê 8 grûpên opozîsyona Sûriyê li bajarê Helebê daxuyaniyek belav kirin, tê de ragehandin ku, ew razî ne alîkarî derbasî Helebê bibin, lê bi mercê ku, ew alîkarî di rêya Ramûsa re biçin ji ber ku, di nerîna wan de ew rê nêzîktir e û parastî ye.
Di daxuyaniya grûpên opozîsyonê de jî hatiye ku, ew hevkariya her destpêşxereiyê dikin, bo alîkariya welatiyên sivîl li bajarê Helebê dikin.