Civat a Serbazî Cerblusê rêkkevtinê piştrast dike û Turkîya red dike
Civat a serbazî ya Cerablusê ragehandinek li ser agirbest a di navber a xwe û Turkîaya de belav kir û têde ew rêkkevtin piştrast kir.
K24- Hewlêr
Civat a serbazî ya Cerablusê ragehandinek li ser agirbest a di navber a xwe û Turkîaya de belav kir û têde ew rêkkevtin piştrast kir.
Di ragehandinê de hatîye: Ew rêkkevtin bi serperiştî ya hêz ên Hevpeyamanî ya Nêv dewletî bûye.
Herweha di ragehandinê de hatîye: Ew agirbest ji duhî şevê demjimêr 12:00 şev a burî ve dest pêkirîye.
Herweha di wê ragehandinê de tekez hatîye kirin ku rêkkevtin li gel Turkîyayê bi watayê nahê ku ev qibûlkirin a dagîrkirin a Turkîayê bo Cerablusê.
Li beranber Turkîya red dike ku ti rêkkevtinek li gel YPGyê encam dabe û dibêje heya gef ên YPGyê hebe, operasyûn ên Me dê berdewam bibe.