Yekîtiya Ewropayê: Divê Kurd li Rojavayê Feratê bimînin

Bi armanca şerê li dijî DAIŞê Tirkiyê di 24ê vê mehê de operasyona "mertala Feratê" ragehand û ligel opozîsyona Sûriyê bajarê Cerablusê kontirolkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Komisyona pêwendiyên Derve ya Parlementoya Yekîtiya Ewropayê(YE) Elmar Brok ragehand ku, pêwîste Kurd li Rojavayê Feratê bimînin.

Derbarê vê mijarê de Serokê Komisyona pêwendiyên Derve ya Parlementoya Yekîtiya Ewropayê(YE) Elmar Brok di kongireyeke rojnamevanî de ragehand û got: "Kurd wan navçeyên berî niha DAIŞ dagîr kiribûn kontirolkirin û dixwazin navçeyên di bin kontirola xwe de fireh bikin, ev yek jî bi wateya wê yekê tê ku temamî navçryên sînorî dikev bin destê wan, Erebên deverê jî naxwazin Kurd bibin deselat li ser wan ne, herwiha Tirkiyê jî vê yekê naxwaze."

Brok da zanîn ku, Pêwendiyên wan ligel HDPê hene, lêbelê pêwendiyên wan ligel PKKê nînin, aşkere kir ku,  PKKê di lîsta terorê de ye, lêbelê dibe ku HDPê karibe rolekê bibîne ji bo daxistina PKKê.

Bi armanca şerê li dijî DAIŞê Tirkiyê di 24ê vê mehê de operasyona "mertala Feratê" ragehand û ligel opozîsyona Sûriyê bajarê Cerablusê kontirolkirin, armanca Tirkiyê jî ewe ku, rê li ber pêşveçûnên Kurdan li wê deverê bigre.