Dîmistora: Niha gelek zehmet e danûstandin berdewam bibin.

Şandîyê taybetê Neteweyên Yekbûyî ji bo Suriyeyeyê, Stîfan dî Mistora, derbarê berdewamiya danustandinên Cenevê dibêje, niha gelek zehmet e danûstandin berdewam bibin.

K24- Hewlêr

Şandîyê taybetê Neteweyên Yekbûyî ji bo Suriyeyeyê, Stîfan dî Mistora, derbarê berdewamiya danustandinên Cenevê dibêje, niha gelek zehmet e danûstandin berdewam bibin.

Di kongreyeke rojnemevanî de Dî Mistora got, li gor rewşa niha ya Suriyeyê, zehmet e destpêşxerîyên nû werin kirin. Got jî, ew rewşa operasyonan li Cerablûsê dişopînin û niha ti egerên berdewamîya danûstandinan diyar nî nin.

Herweha got jî, Amerîka û Rusya berdewam  hevkarîya li Suriyeyê gotûbêj dikin.

Ev demek e Civata navdewletî hewl dide hevkar be di çareseirya rewşa Suriyeyê de, lê bi sedema berdewamiya şer li gelek deveran, danustandinên Cenevê seknî ne.