Netwe yên Hevgirtî nîgerane ji çekdarkirin a zaroyan ji alîyê mîlîşyayan ve
Netewên Yekbûyî, hemberî bikaranîna zarokan ji aliyê mîlîşyaên Iraqê ve, dilgiraniya xwe nîşan da.
K24 - Hewlêr
Netewên Yekbûyî, hemberî bikaranîna zarokan ji aliyê mîlîşyaên Iraqê ve, dilgiraniya xwe nîşan da.
Rêkxera di warê mafê mirovan ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Lîza Grandê, derbarê wan raporên, ku behs dikin mîlîşyatên îraqê, hejmareke zêde ya zarokan di şeran de bikartînin got: çekdarkirina zarokan cîhê qebûlkirinê nî ne . Ev daxûyaniyên Neteweyên Yekbûyî di demekê de ye, ku berîya çend rojan rêxistina çavnêriya mafên mirovan , Human Rights Watch, raporek li ser grubên Heşda Nîştimanî yên Sunnî belav kiriye. Di raporê de grub hatiye tuhmetbar kirin, ku zarokan bikartînin bo operasyona rizgarkirina Musulê. Berîya mehekê jî, heman rêxistinê Heşda Şe'bî bi heman karî tuhmetbar kiribû .