Potîn: di demek Nêzîk de Rûsya û Amerîka dê bighên rêkeftinekê derbarê Sûriyê
K24- Hewlêr
Aajanasa Bilombirc îro, li ser zarê serokê Rûsya Filadîmêr Potîn veguhest ku Rûsya û Amerîka dê nêzîk bighên rêkeftinekê derbarê Sûriyê tevî nakokiyên wan derbarê çareya herî baş ji bo krîza wî welatî.
Potîn di hevpeyvînekê de berya hevdîtina wî bi serokê Amerîka Barak Obama û hin serkirdeyên din di heyama Lotkeya Grûpa Bîstan de serbar kir û got ku giftûgo di navbera Mosko û Waşintonê de gellekî zehmet in, lê ew li ser rêya rast in.
Ev gotinên Potîn di demekê de tên ku heftiya borî wezîrê Derve yê Amerîka Con Kêrî û hevpişkê wî Sêrcî Lavrov nikarîbûn bighên rêkeftinekê derbarê rawestandina şer li tevahiya Sûriyê.