Almanya hebûna hêza Tirkiyê li Sûriyê bi awayekî berdewam qebûl nake

K24- Hewlêr

Wezîrê Derve yê Almanya Firank şitaynimayir hişyarî da Tirkiyê derbarê hebûna wê ya leşkerî li Sûriyê ji bo demeke dirêj.

şitaynimayir ji rojnamevanan re got ku Tirkiyê roleke gellekî aktîv di van rojên dawî de li Sûriyê dilîze, lê em naxwazin Tirkiyê operasyonên leşkerê yên demdirêj li ser xaka Sûriyê berdewam bike.

Tê zanîn ku Tirkiyê derbasî nava xaka Sûriyê bi mebesta jinavbirina rêxistina DAIşê bûye, û hin dewlet ji hebûna wê ya leşkerî jî dilgiranin