Li Sûriyê 4 teqîn: 33 kuştî 55 birîndar
Li deverên di bin desthilata rêjîma Sûriyê de, di encama 4 teqînan de her kêm 33 kesan canê xwe ji dest dan û 55 kesên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li deverên di bin desthilata rêjîma Sûriyê de, di encama 4 teqînan de her kêm 33 kesan canê xwe ji dest dan û 55 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor ajansa “SANA” ya fermî, ku teqîna pêşî li bajarê Tartusê li ser Pira Arzuna ya destpeka bajêr du teqînên bihêz rûdan, di encamê de 30 kesan canê xwe jidest dan û 45 krsên din jî birîndar bûn.
Herwiha teqînek din jî li ser riya giştî li rojavayê Şamê rûda, di encamê kesekî xanê xwe jidest da û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Teqîna 4emîn jî, li nava bajarê Humsê li ser riya Tedmurê rûda, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 7 din jî birîndar bûn.