Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Fransa îro dicivin

Biryar e îro danê êvarê hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî û Serokê Fransayê Françios Holand bi rê ve biçe. Duh êvarê Serokê Herêma Kurdistanê gihêştibû Fransayê û ligel Wezîrê Bergîriyê Jean Yves Lordiyan civiyabû. Piştî civînê Barzanî ji K24ê re ragihand, bi berpirsên Fransayê re pirsên ewlehiyê û leşkeriyê gotûbêj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro danê êvarê hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî û Serokê Fransayê Françios Holand bi rê ve biçe. Duh êvarê Serokê Herêma Kurdistanê gihêştibû Fransayê û ligel Wezîrê Bergîriyê Jean Yves Lordiyan civiyabû. Piştî civînê Barzanî ji K24ê re ragihand, bi berpirsên Fransayê re pirsên ewlehiyê û leşkeriyê gotûbêj kirin.

Serokê herêma Kurdistanê ji aliyê Seroka Şaredariya Parîsa Paytext Anna Hîdalgo ve hat pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê jî di konferanseke rojnamegerî de Hîdalgo bi germî xêrhatina Serokê Herêma Kurdistanê kir û derbarê pirseke K24ê de got: “Dixwazin pêwendî û hevahengiya zêdetir di navbera Parîs û Hewlêrê de hebe.”

Herwiha Hîdalgo got: “Şanaziyeke mezin e ku pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê dikin û em wek miletê Fransayê rêzeke mezin bo gelê Kurd heye, ku şerê li dijî teroristên DAIŞê dikin, herwiha rê li pêş penaberan vekiriye. Kurd gelekî aştîxwaz e û em piştevaniya xwe bo gelê Kurd derdibirînin. Vir mala Cenabê Serokê Herêm e, her demekê jî deriyên me vekirî ne.”

Piştre Serokê Herêma Kurdistanê xweşhaiya xwe bo hevdîtina Serokê Şaredariya Parîsê derbirî û got: “Spas bo pêşwaziya we ya germ dikim. Li vir me behsa hevkarî û pêwendiyên di navbera miletê Kurd û Fransayê kir. Ji bo me wek gelê Kurd xemeke me hebû, ku Danial Mîtîran dayika me ya dilsoz me ji dest dabû, lê xanim Anne Hîldago cihê wê girtiye.”

Fransa di asteke bilind û fermî pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir, herwiha yek ji welatên bi bandor e li cîhan û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye, hevkarî û piştevaniya hêza Pêşmerge kiriye. Barzanî wek ku di hevdîtinên xwe de ragihandiye “behsa pirsa ewlekarî û leşkerî kirine”, ku Fransa jî yek ji wan welatên ku di salên dawî de ji aliyê DAIŞê û grûpên terrorist ve hatibû armanckirin û hejmareke mezin ji qurbaniyan dabû.

Herwiha Fransa ji berê de, her piştevanî û hevsoziya Gelê Kurd bûye, serkirde û kesayetên siyasî bi awayên curbicur piştevaniya Kurd û şoreşên Kurdan kirine.

Yek ji wan jî Danial Mîtîran e, ku di daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê ya ligel Seroka Şaredariya Parîsê de amaje pê hate kirin, ku wek dayika Kurd dabû nasîn, lê belê Barzanî xweşhaliya xwe jî derbirî ku niha kesayetên hevşêwe li Fransayê hene.

Serokê Fransayê François Holand jî yek ji serokên welatên cîhanê bû, ku bi fermî di meha Îlona 2014an de serdana Herêma Kurdistanê kiribû, ku di wê demê çend meh bûbûn DAIŞê navçeyeên fereh ji Iraq û Herêma Kurdistanê dagîr kiribû, di wê demê de Fransa hevkariya xwe bo Herêma Kurdistanê û penaberan şerê DAIŞê nîşan da.