Barzanî gehişte koçk a serokatî ya Firansayê (Elîzê)

Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, gehişte koçk a serokatî ya komar a Firansayê(Elîzê) û ji alî yê serok ê Firansayê, Firanswa Oland hat pêşwazîkirin.

K24- Hewlêr

 Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, niha gehişte koçk a serokatî ya komar a Firansayê(Elîzê) û ji alî yê serok ê Firansayê, Firanswa Oland hat pêşwazîkirin.

Biryare piştî gehiştin a wî kombûn di navber a herdû serokan dest pê bike û çend pirs û mijaran  behs bikin, wek şerr ê Daişê û harîkarî ya zêdetir a Firansayê bo Herêm a Kurdistanê û hêz a Pêşmerge yê Kurdistanê û pirs a rifrandom û serxwebûn a Kurdistanê.

Barzanî dû roje li Firansaye û çend dîdar li gel berpirs ên bilind ên wî welatî encam daye û di bersiv a pirsyarek a Kurdistan24, serok Barzanî ragehand: Li gel berpirs ên Firansayê me pirs a serbazî gêngeşe kirîye.