Kiliçdaroglu: Endambûîn a mamosteyan di sendîkayan de li Tirkiyeyê bûye tawan
Serokê Partiya Gel a Komarê Kemal Kiliçdaroglu di derbarê mamosteyên dê ji kar werin dûrxistin de li hemberî hikûmeta AK-Partiyê nerazîbûn nişan da.
K24- Hewlêr
Serokê Partiya Gel a Komarê Kemal Kiliçdaroglu di derbarê mamosteyên dê ji kar werin dûrxistin de li hemberî hikûmeta AK-Partiyê nerazîbûn nişan da.
Kiliçdaroglu berî kombûna civata partiya xwe axifî û got li gor daxûyaniyên Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim dê 11 hezar û 285 mamoste bi hinceta endamê PKKyê ne dê ji kar werin dûrxistin. Kiliçdaroglu rexne li Serokwezîr girt û da zanîn ko madem ev qas mamoste di desthilatdariya AK-Partiyê ya 14 salan de hatibin li ser kar berpirsê vê yekê hikûmet e. Kiliçdaroglu got endambûyîna mamosteyan bo sendîkayan jî li Tirkiyeyê bûye tawanek. Ji ber vê yek ji kar tên dûrxistin.