Li Dêrsimê teqîn: kesekî canê xwe ji dest da
Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê teqînek rû da kesek canê xwe ji dest da û 2 kesên jî winda ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê teqînek rû da kesek canê xwe ji dest da û 2 kesên jî winda ne.
Îro li bajarê Dêrsimê navçeya Xozatê bombeya ku li ser rê hatibû bicihkirin, dema wesaîteka sivîl derbas dibû hate teqandin. Di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.
Li ser dengê teqînê hêzên leşkerî gihiştin cihê bûyerê û di navbera wan û endamên PKKê de pevçûnên dijwar derketin.
Hat zanîn di wesaîtê de 3 kes hebûn û ji bo darbirînê ji bajarê Mereşê hatibûn Dêrsimê. Ji ber pevçûnên dijwar hêzên leşkerî nekarîn xwe bigihînin her du kesên dî û derbarê wan de ti agahî nayê standin.