Barzanî: Li ser asta cîhanê ji Kurd re dost û palpiştên mezin hene

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di peyamekê de bi boneya 55 saliya Şoreşa Îlonê , amaje bi mezintirîn şoreşa gelê Kurdistanê ya li dijî zulm û asîmîlasyonê de kir û got: “Şoreşa Eylûl şoreşekî seranseriya gelê Kurdistanê bû û ew bawerî bi xwebûnê li kûrahiya dilê hemû take kesekî Kurdistanî de dirust kir ku divê li beranber dagîrkerî û neheqiyê da bê rawestandin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Barzanî di peyama xwe de got: “Yekemîn car li dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê li vê şoreşê da bû ku hemû çîn û tuwêjên civakê beşdarî xebata netewayetî û demokrasîxwaziya xwe gelê xwe bûn û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê jî mil bi milê Kurd li jêr serkirdayetiyekî hevbeş li dijî sîtem û dagîrkeriyê xebatê kirin.”

Barzanî got jî: “Di demek da ku bi bîranîna vê şoreşa mezin dikîn bi xweragiriya xelkê Kurdistanê û bi cangoriya Pêşmergeyên me yên qehreman hengavên gelek mezin hatine avêtin û li ser asta cîhanê da doza rewaya gelê Kurdistanê dost û palpiştê mezin heye.”

Barzanî di beşeke din ya peyamnê de dibêje: “Gelê Kurdistanê wê yekê bi cîhanê selimand ku parêzerê bihaya aştî û pêkvejiyan û azadiye. Ew biha cihê şanaziya hemû take keseke xelkê Kurdistanê ne. Ew destkeft jî ji wan bingeh û biha û xebatê çavkaniya xwe digrê ku şoreşa mezina Eylûl li ser hatibû avakirin.”

Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Li vê bîranîna mezin da silav ji bo giyanê pakê şehîdên şerê dijî terorîstan û hemû şehîdên rêya azadiya gelê me re dişînîn. Pêzanînên min ji bo wan hemû têkoşeran heye ku li şoreşa Eylûlê de beşdarbûn û dîrokê ji bo gelê Kurdistanê dirust kirin. Destxweşiyê li Pêşmergeyên me yên qehreman dikim ku şanaziya gelê me û hemû cîhanê ne.”