Mihemed Ocalan berve Îmraliyê bi rê ket
Birayê Rêberê PKKê Abdulah Ocalan, Mihemed Ocalan berve Girtîgeha Îmraliyê bi rê ket.

K24 – Navenda Nûçeyan
Birayê Rêberê PKKê Abdulah Ocalan, Mihemed Ocalan berve Girtîgeha Îmraliyê bi rê ket.
Îro danê Sibê Mihemet Ocalan birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan piştî ku miameleyên wî yên li Fermandariya Cendirmeyan a Gemlikê temam bû bi keştiya Tûzlayê berve Girava Îmraliyê ve çû.
Duh Wezareta Dadê ya Tirkiyê bi boneya cejna Qurbanê rê da ku malbata Ocalan serdana girtîgeha Îmraliyê bikin û Abdulah Ocalan bibînin.