Tirkiye çiyayê Qendîlê bombebaran dike
Firokeyên şer yên Tirkiyê pêgehên PKKê li çiyayê Qendîlê li Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer yên Tirkiyê pêgehên PKKê li çiyayê Qendîlê li Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.
Peymnêrê K24ê ragihand ku, 4 firokeyên şer yên Tikiyê pêgehên Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) li gundên Bokirîsan, Lêwije, Konekotir û Sê Kaniya li çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.
Peyamnêrê K24ê diyar kir, heta niha ziyanên wê bombebaranê nehatiye zanîn, ji ber ku kes nikare berve wan deveran biçe.
Ji ber hebûna pêgeh û navendên PKKê, Tirkiye bi berdewamî navçeyên sînorî bombebaran dike, çendîn car jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.