Yildirim: Qeyûm wê berdewam bikin

Serokwezîrê Tirkiyê destnîşan kir ku, wê qeyûmên li dijî şaredariyan berdewam bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê destnîşan kir ku, wê qeyûmên li dijî şaredariyan berdewam bikin.

Duh bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, qeyyûm li ser 24 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat danîn. Piştî biryarê HDP û DBPê li hemberî vê biryarê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew qeyûman nas nakin.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji rojnameya “Hûriyet” a Tirkiyê re axivî û got ku, wê qeyûm berdewam bikin. Yildirim wiha got, wê qeyûm berdewam bikin û li vir ranaweste.

Yildirim got jî, Li cihê ku ew şaredarî xizmeta gel bikin, bi pereyê gel xizmeta terorîstan dikin.