Girtiyên ENKSê yên di zîndana Asayişa Rojava de
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryara mangirtinekê di yekem roja cejna Qurbanê de li bajarê Qamişlo raghand, ji bo serbestberdana girtiyên xwe û girtiyên siyasî yên ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibûn girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Endamên ENKSê yê ku têne girtin, nûçe ji wan ji malbatên wan têne birîn û tenê bi kefalet têne berdan, herwiha rastî rewşek ji eşkenceya derûnî ya xrab jî tên, wek Selah Yûnis Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê ku çavekî xwe di zîndanê de ji dest da.
ENKS danpêdanê bi desthilata Rêveberiya Xweser û asayêşê nake û dema çalakiyên xwe lidar dixe, daxwaza moletê ji wan nake, herwiha girtina endamên xwe ji aliyê asayişê ve bi girtineke siyasî binav dike û banga azadkirina wan dike.
Di hemberê de Rêveberiya Xweser, ENKSê bi binpêkirina yasayên xwe tumetbar dike û merc datîne ku divê ENKS ji wan muletê werbigre. Herweha tekez dike jî, ku ti girtiyên siyasî li cem wan tune ne, lê ew kes bi sedema binpêkirina yasayan hatine girtin.